top of page

Bêjenasî
Wekî hatî xoyakirin navê Boselê ji peyva Bûselat hatîye anko bo nivêjan jiber ku diwî serdemî da ev gunde wekî peristgehekê bû û cihekê dîyanetê bo; ji bilî vê çendê jî gelek kes ji Boselê bi melatî çoyne deverên dî û heta noke nezivrîne û li wan cih û deveran boyne babik ûçax, bo nimone, Mela Ahmed çoye Colemergê li gundê Xenansê boye mela, ta noke nezivriye û li wî gundî buyne binemal; Mela Abo Zêd çoye Bexdayê û ta noke kurên wî li Bexda ser Radyoya Kurdî ya Bexdayê bernamek pêşkêş dikir; Mela Ebdulla çoye Akrêyê û ta noke kurê wî li Akrêyê maye; herwesa melayek din bi navê Mela Ebdulla çoye devera Qilaban li Kurdistana tirkî yê li gundê Becihê (Bojehê) heta noke nezivriye û boyne binemal li werê.
Erdnîgarî û dîroka gundê Boselê
Gundê Boselê wekî hemo gundên din yên Sindîyan xodan helwîst boye ta îrojik navê wê di mêjûya şoreşa berxwedana başurê Kurdistanê da hatîye pênosdan.
Mêjû û Erdnîgarî Boselê Gundekî herê kevnare û navdare li ser astê Kurdistanê bigiştî û astê deverê bi taybetî û ev gunde dikevîte joriya rojhelata bajerê Zaxo. Li cihekê çiyayî û asê hatîye avakirin û ji alîyê av û hewayî ve cihekê befrîne û sar e.
Gundê Boselê ji layê pêkhatinê ve ji şeş babikan pêk hatîye ew jî: Şêxan, Nasran, Serkuran, Mala Alîxanê, Mala Haçiyê û Zewkê.
Gund ji layê cografîk ve dibîte 10 km2 û sinorên wê ji alîyê rojhelatî ve gundên Avgenî, Mela areb, Xîzava. Ji alîyê rojavayî ve gundê Sîndava, Gundkî, Gelî û Bêrsivê û ji aliyê bakurî ve gundên Şeraniş û Banikê û Evlihê û Pîrbila. Ji layê başûrî ve gundên Dasîkê, Sersîlavkê, Navkendala; navên wan deverên ku sinorê gundê Boselê bi xo ve digrît evene: ji alîyê rojhelatî ve Girê Siluwî, Melaşewatî, Tabutên Serêderî; bakurê rojhelatî Xwuarkê Xemare, Xanikê kurda, Serê Meşxoniyê; ji aliyê bakurî ve Doyvreş, Kun Hirç, Şaxol, Mela Nîzare Gevşê; bakurê rojava Dêrbota Gevşê, Kehnîka Şemsê, Berê Keliştî, Serdepê Hindav Gundikê Gelî; ji aliyê rojavayî ve Çala Zadoy, Zîyaretê Dasîkê; ji aliyê başûrî Astenga Şêle, Mela Têhit Stuyrê û Aşê Kendalî.
Gundê Boselê ji alîyê dîrok û niştecihbunê ve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gundê Boselê yek ji gundên herî kevnar li devera Sindîya ye, û dikevîte jorîya rojhelatê bajêrê Zaxo. Boselê dihête texmînkirin li salên 1500-1540 zayînî hatiye avakirin ji ber ku şerê Ebdulla Omar ewe ku dibêjnê Evdelê Omarî, di salên 1313 ta 1314 zayînî demê ku şer divê deverê û gelek deverên Kurdistanê hatîye kirin, devera Boselê ji êk ji wan deverên ku ev şerê bi xo ve girtîye û wekî têt zanîn di wî şerî da 10 şehîd li devera Boselê hatîne veşartin û mezarê wan li Boselê û dewroberên wêne, çar ji wan şehîdan navên wan hatine zanîn ew jik: Reşê Şehîd, Kurê Zîhêd, Dînik û Mela Xidir. Û demê mizgefta gundê Boselê hate avakirin mezarê şehîdan ji wan di mizgeftê da mayine û mizgeftê li ser mezarê wan hatîye avakirin û noke jik berçav in, ji ber vê yekê mirov dikarit bêjit gundê Boselê gelek kevnar e, piştî şerê Evdelê Omari hatiye avakirin.
Boselê ji berî şerê Xanê Lepzêrîn, ew şerê ku li sala 1608'ê di navbera Xanê Lepzêrîn û Şahê Acama da hate roydan, hatiye avakrîn.

bottom of page